Pêsbirka bêtese bû sedema mirina kesekî û birîndarbûna 3 kesan

16 September 2024 23:56 0 dîtin
Pêsbirka bêtese bû sedema mirina kesekî û birîndarbûna 3 kesan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Batmanê 2 otomobîl ketine pêşbirka lezê û di encamê de qeza kirine. Di netîca qezayê de kesekî miriye û 3 kes birîndarin ku rewşa yekî ji wan baş nîne. Qeza li ser rêya derveyê bajêr de, çêbû.

Her dû otomobîl bi sedema bi şid li hev ketine, yek ji wan paşî li bariyeran ketiye û piştî wergeriyaye, sekiniye.

Piştî tîmên pêwendîdar diçin ciyê bûyerê, 2 kesên bi zahmetî ji erebê hatin derxistin, bi her dû birîndarên din re, bi ambûlansan birin nexweşxanan.

Muhammed Furkan Ergül (25)ê ku birin nexweşxanê, li nexweşxanê can da.