Kesekî bi kêrê êrîs kir, 2 kesan kust û kesekî birîndar kir

18 November 2024 21:36 0 dîtin
Kesekî bi kêrê êrîs kir, 2 kesan kust û kesekî birîndar kir

PeyamaKurd – Li DYAyê li bajarê New Yorkê li devera Manhattanê kesekî bi kêrê êrîş bir ser hinek kesan, di êrîşê de 2 kesan kuşt û kesekî birîndar kir.

Polîs ragihand ku êrîşker 51 saliye û ew xistine binçav. Polîs, her weha got ku êrîşker bi wextê DYAyê seet di 08.20an de li zilamekî xistiye û ji zikê wî, ew birîndar kiriye. Piştî 2 seetan, êrîşê mirovekî 60 salî kiriye û seet di 11.00an de jî li jinekî xistiye û zikê wê birîndar kiriye.

Rayedar ragihandin ku êrîş organize nîne, berya li qurbaniyan bixe, bi wan re ji hev cuda munaqeşe kiriye.