Kesekî li Pragê bi tivinga dûrbînê êrîsê zankoyê kir, 15 kesan kust û 30 kesan birîndar kir
PeyamaKurd – Li welatê Çekyayê li payîtext Pragê li zankoya Charlesê, li fakulta Felsefê kesê bi navê David Kozak (24) bi tivinga dûrbînê derket balkonê û êrîş kir ser kesên li zankoyê. Di encamê de 15 kes mirin û 30 kes birîndar bûn. Di nav birîndaran de rewşa 9 kesan xedar e.
Hêzên asayîşê êrîşker David Kozak kuşt ku ew hemwelatiyê Çekyayê ye. Piştî êrîşê hêzên asayîşê zankoyê vala kirin.
Di dema êrîşê de xwendevan gelek tirsiyan û hinek jiwan ji bo nên kuştin derketin banê zankoyê û xwe parastin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin