Kesekî bi kêrê êrîsê konsulxaneya Îranê ya Kopenhagê kir

07 October 2022 23:47 0 dîtin
Kesekî bi kêrê êrîsê konsulxaneya Îranê ya Kopenhagê kir

PeyamaKurd – Li ser keça Kurd jîna Emînî ku li Îranê li payîtext Tehranê ji aliyê polîsê Îranê de hat kuştin, çawa di nav Îranê de xwepêşandan dewam dikin, her weha li derveyê welat û li ber balyozxaneyên Îranê protesto dewam dikin û carna pêşdetir bûyer diqewimin. Îranê ragihand ku kesekî bi kêrê êrîşî ser konsulxaneya Îranê ya li Kopenhagê kiriye.

Ragihandin ji aliyê wezareta karên derve yê Îranê de hat kirin. Hat ragihandin ku di nav sînorê konsulxanê de êrîşker zerarê daye erebeyan û tehdîdan kiriye. Piştî êrîşê, wezîrê karên derve yê Îranê Huseyin Emir Abdullahiyan bi serkonsolosa Kopenhagê re bi telefonê axifiye. Wezîr rexne li ewlehiya konsulxanê kir û weha dewam kir:

“Mixabin di orta Awrûpa de ciyekî ku parêzbendiya wê heye û dîplomata me (serkonsul) jin e, êrîşekî weha birine ser jinê û polîs di wextê de mudaxeleyê mijarê nekiriye.”

Ji bilî van agahiyan heya niha hûrahiya mijarê nehat ragihandin. Lê polîsê Kopenhagê tedbîrên ewlehiyê li konsulxanê zêde kiriye.