Li Amedê kesekî êrîsê firûnê kir û 2 kesan birîndar kir
PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Amedê li navça Reza li ser bûlwara Aydın Arslan kesekî bi demançê ket nava firûnekî, bi demançê li lingê karemendekî firûnê û keçekî xist û wan birîndar kir.
Li ser birîndarkirina kesa bi navên H.K. û xebatkarê firûnê N.T. ku ji lingên xwe birîndar bûn, tîmên tenduristiyê û polîs çûn ciyê bûyerê û birîndaran birin nexweşxanên taybet yên nêzî bûyerê.
Polîs, ji bo êrîşker bigre ket pey û fişekên teqandî birin baregeha asayîşê. Ji aliyê jiyanê de rewşa birîndaran baş e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin