Rusyayê, êrîsî Kryvyi Rihê kir: Kustî û birîndar hene!

13 June 2023 14:00 0 dîtin
Rusyayê, êrîsî Kryvyi Rihê kir: Kustî û birîndar hene!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê rayedarên Ukraynayê ve hatin dayîn, Rusyayê bişev êrîşên moşekî li dijî bajarê Kryvyi Rihê kirine. Hat diyarkirin ku di encama êrîşan de hejmarek sivîl hatine kuştin û birîndar jî hene.

Di derbarê êrîşa moşekî ya li dijî bajêr de agahî ji aliyê Parêzgarê Kryvyi Rihê Serhii Lysak ve hatin dayîn.

Di daxuyaniya parêzgar de hat diyarkirin ku êrîş duh bişev çêbûne û di encamê de 3 kes bûne qurbanî û 25 kes jî birîndar bûne.

Parêzgar Serhii Lysak di daxuyaniyê de got ku "Di êrîşa li ser Kryvyi Rihê de li deverên sivîlan ziyan çêbûn. Li gorî agahiyên destpêkê, di apartmaneke 5 qatî de 3 kesan can dane, 25 kes birîndar bûne û ji wan 19 kes li nexweşxaneyê ne.”