Rusyayê, êrîsî Ukraynayê kir: Bi dehan birîndar hene!

08 September 2023 14:30 0 dîtin
Rusyayê, êrîsî Ukraynayê kir: Bi dehan birîndar hene!

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Ukraynayê ve hat ragihandin ku Rusyayê êrîşî bajarê Kriviy Rigê yê herêma Dnipropetrovsk a Ukraynayê kir û hat diyarkirin ku di vê êrîşê de miriyek û bi dehan birîndar çêbûne.

Wezîrê Karên Navxweyî yê Ukraynayê Igor Klimenko di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de ragihand ku Rusyayê li bajarê Kriviy Rigê êrîşa bi moşekî kiriye.

Klimenko bal kişand ku moşek li navenda bajêr ket û wiha got: "Yek ji avahiyên îdarî yên polîsan hat rûxandin. Di êrîşa Rusyayê da polîsek jiyana xwe ji dest da. 3 polîs bi destên tîma rizgariyê ya Servîsa Lezgîn a Dewletê ji bin xirbeyê hatin derxistin û rewşa wan giran e. 6 polîs jî bi dereceyên cuda birîndar bûn."

Klimenko diyar kir ku di êrîşa moşekî de xaniyên li derdora avahiya polîsan jî zirar dîtine û xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên li cihê bûyerê dewam dikin.

Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Herêma Dnipropetrovskê Sergey Lysak jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî agahî parve kirin ku hejmara birîndarên vê êrîşê, gihîşt 40 kesan.