Rusyayê êrîsî gundê Groza kir: Bi dehan mirî hene!

06 October 2023 13:30 0 dîtin
Rusyayê êrîsî gundê Groza kir: Bi dehan mirî hene!

PeyamaKurd- Serokê Ofîsa Serokomariya Ukraynayê Andriy Yermak ragihand ku di êrîşa Rusyayê ya li ser gundê Groza ya herêma Xarkovê ya Ukraynayê de 49 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Andriy Yermak di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir ku Rusyayê tesîsa sivîlan a li gundê Groza ya navçeya Kupyanskê ya herêma Xarkiv a Ukraynayê bi moşekan bombebaran kir.

Yermak, da zanîn ku di êrîşê de zarokek 6 salî jî di nav de 49 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn." 

Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Herêma Xarkov Oleg Sinegubov diyar kir ku artêşa Rusyayê kafe û dikanek li gundê Groza ku gelek sivîl lê hebûn bombebaran kir.