Rusyayê, êrîsî Zaporijyayê kir: Bi dehan mirî hene!

30 September 2022 17:30 0 dîtin
Rusyayê, êrîsî Zaporijyayê kir: Bi dehan mirî hene!

PeyamaKurd- Ji aliyê Parêzgariya Zaporijyayê ve hat ragihandin ku Rusyayê bi moşekan êrîşî Zaporijyayê kiriye û bi dehan kesên ku di korîdora mirovî de bûne, canên xwe ji dest dane.

Parêzgar Oleksandr Starukh, di agahiyên ku ragihandin de diyar kir ku piştî Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin biryarnameyên ku serxwebûna herêmên Zaporijya û Hersonê destnîşan kiriye, çend saet bi şûn ve artêşa Rus êrîşên moşekî birine ser Zaporijyayê.

Di dewama agahiyan de hat gotin ku di encama vê êrîşê de herî kêm 23 kes hatine kuştin û 35 kes jî birînda bûne. Hat zanîn ku ev kesên can dane, xelkê korîdora mirovî bûne.

Alîkarê Serokwezîrê Ukraynayê Mykhailo Fedorov jî dîmenên cihên êrîşê parve kirin û da zanîn ku dibe hejmara miriyan zêdetir be.

Li gorî ragihandina Ofîsa Serokatiya Dewleta Ukraynayê jî 16 moşekên S-300 hatine havêtin û bi van moşekan jî li konvoyê hatiye dayîn.