Rusyayê, êrîsî Zaporijyayê kir!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji qada berevaniya Ukraynayê ve hatin ragihandin, hêzên Rus êrîşî Zaporijyayê kiriye.
Di agahiyên ku hatin ragihandin de hat diyarkirin ku ji aliyê hêzên Rus ve li dijî Zaporijyayê êrîşeke asîmanî hatiye kirin û di êrîşê de avahiyek hatiye rûxandin.
Li gorî hat diyarkirin, di vê êrîşê de bab û keça xwe can dane û dayîk jî birîndar bûye.
Li gorî nûçeya AFPê, sekreterê meclîsa bajarê Zaporijyayê Anatoliyê Kurtev ragihand ku bab 50 salî û keçik jî 11 salî bûye.
Di daxuyaniya Servîsa Rewşa Lezgîn a Ukraynayê de hat destnîşankirin ku dayika 46 salî jî bi birîndarî ji avahiya ku piştî êrîşê bûye kavil, hatiye derxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin