Ukrayna: Rusyayê, êrîsî Bendera Odessayê kir!
PeyamaKurd- Fermandariya Parastina Başûrê Ukraynayê, bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên Rus îşev bişev bi balafirên bêmirov û moşekan êrîşî Bendera Odessayê kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrîşên Rusyayê yên li ser herêma Odessayê de binesaziya benderê û tesîsên depokirina genim zirar dîtin.
Her wiha hat diyarkirin ku artêşa Rusyayê, di êrîşên li seranserê Ukraynayê de 12 moşekên Kruuzê yên Kalibrê bi kar hanîne û wiha hat gotin:
“19 balafirên bêmirov û 11 moşekên "Kalibr" ji aliyê pergala parastina asîmanî ve hatin jinavbirin. Piraniya wan, li ser herêmên Mikolayiv û Kirovogradê yên Odessayê hatin rûxandin.”
Li gorî daxuyaniyê, hêzên Rusyayê li binesaziya bendera herêma Odessa xistine. Termînala deryayî ya Odessayê zirareke mezin dît, li otela termînala ku ji kar derketibû şewat derket û şewat bi lez û bez ji aliyê tîmên agirkujiyê ve hatiye vemirandin.
Hat diyarkirin ku depoyên genim bi moşekên “Onisk” hatin jinavbirin û di êrîşê de birîndarî çênebûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin