Rusyayê, êrîsî Harkivê kir: Mirî û birîndar hene

09 September 2022 16:02 0 dîtin
Rusyayê, êrîsî Harkivê kir: Mirî û birîndar hene

PeyamaKurd- Ji aliyê Parêzgarê Herêma Harkivê ve hat ragihandin ku hêzên Rus di saetên şevê de bi roket û moşekan êrîşî navenda bajêr a Harkivê kiriye. Di agahiyên hatin parvekirin de hat ragihandin ku mirî û birîndar hene.

Parêzgarê Rêveberiya Leşkerî ya Herêma Harkivê Oleg Sinegubo, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku di vê êrîşa ji aliyê hêzên Rus ve hatiye kirin de 2 jê jin, bi giştî 5 kesan canên xwe ji dest dane û 10 kes jî birîndar in.

Li aliyê din ve jî ji aliyê Parêzgariya Herêma Donetskê ve daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin ku duh, hêzên Rus êrîş birine ser herêma Donetskê û di encama êrîşan de bi giştî 9 kesan canên xwe ji dest dane û 23 kes jî birîndar in.

Ji aliyê Sererkaniya Ukraynayê ve jî agahiyên şer ên 24 saetên dawî hatin parvekirin û hat ragihandin ku di nav 24 saetan de 650 leşkerên Rus hatine kuştin.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku di navbera 24ê Sibatê û 9ê Îlonê de li Ukraynayê 51 hezar û 950 leşkerên Rus hatine bêbandorkirin û di vê pêvajoyê de 239 balafir, 211 helîkopter, 2 hezar û 122 tanq, 4 hezar û 575 maşînên zirxî, 1237 top, 306 roketavêj û 159 pergalên parastina hewayî yên Rusyayê hatine jinavbirin.