Rusyayê, bi mosekan êrîsî Harkovê kir: Mirî hene!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji qada şer a Ukraynayê hatin ragihandin, artêşa Rusyayê, li dijî bajaroka Şevçenkov a navçeya Kupyanskê ya herêma Harkovê, êrîşeke moşekî kiriye û di encamê de mirî û birîndar hene.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku êrîşên Rusyayê yên li dijî herêmên Ukraynayê, bê navber berdewam dikin û hat diyarkirin ku di êrîşa moşekî ya artêşa Rusyayê ya li dijî bajaroka Şevçenkov a navçeya Kupyanskê ya herêma Harkovê de 2 kes hatine kuştin û 6 kes jî birîndar bûne.
Hat ragihandin ku piştî vê êrîşa moşekî ya Rusyayê, gelek dikan hatine rûxandin û nikarin bên bikaranîn.
Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, 5 roj berê ji bo agirbesta 36 saetan telîmat dabû Wezareta Berevaniya Rusyayê. Lê belê rayedarên Ukraynayê ragihand ku Rusya pabendî agirbestê nebûye û êrîşên xwe berdewam kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin