Li Qazaxîstanê bi dehan Qazak êrîsî gundê Kurdan kirin

14 August 2020 10:46 0 dîtin
Li Qazaxîstanê bi dehan Qazak êrîsî gundê Kurdan kirin

PeyamaKurd  - Li Qazaxîstanê nêzî 40 kesên Qazak, bi hestên nijadperestî êrîşî gundê Kurdan kirin.

Li gor zanyariyan, di nîvê şeva 11ê Tebaxê de, bi dehan Qazax bi çend erebeyan dema gundî di xew de bûn, êrîşî gundê Qasqabulakê yê Ii nahiye Talasa Qazaxistanê, ku tê de tenê Kurd dijîn kirin.

Rojnamevanê Kurd Ramazan Kerîm ê li Qazaxîstanê ji PeyamaKurd re ragihand, ‘‘11ê Tebaxê şev, nêzîkî 35-40 Qazak li bajarê Taras ê parêzgeha Janboy a Qazaxîstanê, êrîşî gundê Kurdan Qaşqabulak kirin. Derî û pencerên malê Kurdan şikenandin, Kurdan jî bi destan, bi wan re şer kirin û telefonî polîsan kirin.’’

Çavkaniyên herêmê destnîşan dikin ku, êrîşkaran ji Kurdan barkirin û derketina ji welatê Qazaxan xwestine.

Rojnamevanê Kurd Ramazan Kerîm destnîşan kir, ‘‘Li Qazaxîstanê pêleke nasyonalîzmê pêş ketiye. Kurd di bin zexteke mezin de ne. Ji Kurdan re dibêjin ji welatê me biçin. Bi niyeteke xerab hatibûn.’’

Li gor agahiyên fermî yê dewleta Qazaxîstanê, sedema êrîşê ne nijadperestî ye, bi neticeyê pirsên meîşetê derketiye.

Kerîm amaje bi wê yekê kir, ‘‘Niha nêzî 14 kes ji aliye polîsan hatin girtin, lê bawer im ew ê wan azad bikin. Heta gele Kurd nebin dewlet, serxwebûna me çênebe, em azad najîn li hîç ciyekî.’’

Her çiqas hemî êrîşkar ji aliyê hêzên ewlekariyê hatine binçavkirin jî, tirs di nav gel de berdewam e.

Herwiha li gor kesên herêmê, ji ber Kurd naxwazin bûyer mezintir bibe û di navbera xwe de bi bêdengî bûyerê çareser bikin,  nişteciyên gund nexwestine agahiyên êrîşê belav bibe.