YE: Êrîsa bendavê ya li Ukraynayê, tawanê ser e!

06 June 2023 13:30 0 dîtin
YE: Êrîsa bendavê ya li Ukraynayê, tawanê ser e!

PeyamaKurd- Piştî bombebarana li dijî Bendava Kahovkayê ya li başûrê Ukraynayê, ji aliyê Yekîtiya Ewropayê (YE) ve daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin ku ev êrîş, tawanê şer e.

Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel, li ser medyaya civakî di derbarê bombebarana li dijî bendavê ku bû sedema ziyanên mezin, daxuyaniyek da û got ku

“Em ji ber êrîşa "bêmînak" a li ser Bendava Kahovkayê matmayî mane û ku hilweşandina binesaziyên sivîl, tawanê şer e.”

Michel diyar kir ku ew ê Rusyayê û yên ku bi hev re tevdigerin, ji ber êv tawanê berpirsyar bigirin.

Santrala Hîdroelektrîkê ya Kahovkayê ya di bin kontrola Rusyayê de ku li herêma Kherson a Ukraynayê ye, bi bombardumanekê hat jinavbirin. 

Rayedarên Ukraynayê ku diyar kir ew bi xetereyeye mezin re rû bi rû ne, ji ber vê êrîşê artêşa Rusyayê sûcdar dikin.

Êrîşa li dijî bendavê, vê sibehê hat kirin û ji aliyê rayedarên Ukraynayê ve hat diyarkirin ku li ser ziyanên hatine destnîşankirin, dibe ku nêzîkî 80 komelgehên niştecihbûnê ji ber hilweşîna bendavê birûxin.