Rûsya: Di êrîsa Ukraynayê ya li Lîsîçanskê de 28 kes mirin

04 February 2024 18:20 0 dîtin
Rûsya: Di êrîsa Ukraynayê ya li Lîsîçanskê de 28 kes mirin

PeyamaKurd - Li gorî rayedarên ku ji aliyê Moskowayê ve li herêmên dakirkirî hatine erkdarkirin, di encama bordûmana Ûkraynayê ya li dijî frûneke li Lîsîçanskê de herî kêm 28 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Yek ji nûnerên hikûmeta herêmê Leonid Paseçnik, li ser hesabê xwe yê Telegramê ragihand ku di êrîşa Ûkraynayê de yek jê zarok herî kêm 28 kesan can daye û da zanîn ku tîmên hawarê 10 kesan ji bin kavilê firûnê rizgar kirine.

Rayedarên hikûmet û artêşa Ûkraynayê di derbarê mijarê de heta niha daxuyanî nedane.

Lîsîçanska ku li herêma Lûganska rojhelatê Ûkraynayê dikeve, yek ji bajarên Ûkraynayê ku ji aliyê Rûsyayê ve hatine dagirkirin e.

Beriya dagirkirina Rûsyayê ya havîna 2022yan, gelheya vî bajarî 110 hezar bû, lê belê ji ber şer û pevçûnan gellek şêniyan koç kiribe jî rêjeya gelheya niha ya vî bajarî nayê zanîn.