Ji Ukraynayê êrîsa dronên kamîkaze bi ser Rûsyayê de: 6 kustî, 35 birîndar
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di êrîşa bi dronên bombekirî yên Ukraynayê de li herêma Belgorod a Rûsyayê 6 kes hatin kuştin û 35 jî birîndar bûn.
Parêzgarê herêma Vyaçeslav Gladkov a Rûsyayê got îro danê sibê di encama êrîşeke bi balafirên bêpîlot a li ser herêma Belgorod a Rûsyayê ya li ser sînorê Ukraynayê de, herî kêm 6 kes hatine kuştin û 35 kes jî birîndar bûn.

Vyaçeslav Gladkov li ser Telegramê diyar kir, "Artêşa Ukraynayê bi balafirên kamîkaze 2 kamyonên biçûk û erebeyek ku karmend dibirin cihên wan ên kar, bombebaran kirin. Di encamê de 6 kes mirin û 35 kes jî birîndar bûn, ji birîndaran rewşa mêrekî giran e.”
Herwiha Gladkov da zanîn ku êrîş li nêzîkî gundê Biryuzovka ê nêzîkî sînorê Ukraynayê pêk hatiye û Komîteya Lêkolînê ya Rûsyayê li ser êrîşê lêkolîn daye destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin