Ji Rûsyayê ber bi Ukraynayê ve êrîsa bi mosekan: Avahiya ku sivîl lê dijiyan hat xistin

29 July 2023 13:28 0 dîtin
Ji Rûsyayê ber bi Ukraynayê ve êrîsa bi mosekan: Avahiya ku sivîl lê dijiyan hat xistin

PeyamaKurd – Wezareta Karên Navxweyî ya Ukraynayê ragihand, di êrîşa moşekî ya li ser bajarê Dnipro yê Rûsyayê de 9 kes birîndar bûne.

Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Karên Hundir a Ukraynayê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku Rûsyayê bi moşekan êrîşî bajarê Dniproyê kir.

Di daxuyanîya hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin moşek li avahiya sivîl lê dijîn ket û wiha hat gotin: "Di êrîşê de 9 kes birîndar bûn. Di nav wan de zarokên 14 û 17 salî jî hene."

Hat diyarkirin, Şaredarê Dniproyê hatiye cihê bûyerê.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy di peyama xwe ya li ser kanala Telegramê de got:

"Moşek li avahiyeke bilind û avahiya Servîsa Ewlekariyê ya Ukraynayê ket. Ev êrîşeke terorîstî ya Rûsyayê bi moşekê ye. Min bi rêvebirên Emniyetê, Wezareta Karên Navxweyî û Midûriyeta Emniyetê ya Ukraynayê re hevdîtinên lezgîn kirin. Servîsa Lezgîn û Rêveberiya Leşkerî ya Herêmê, ekîbên pêwîst li cihê bûyerê bûn, xebatên pêwîst dimeşînin, alîkariya xelkê dikin, rewşê di bin kontrolê de dihêlin. Ji bo êrîş û terora li dijî gelê me, Rûsyayê bi hemû hêza xwe ceza bikin. Ew ê bibe bersivek kêm. Ji bo edaletê çi ji destê me bê em ê bikin."