Pûtîn gef xwar: Ger Amerîka mosekan bide Ukraynayê, em ê êrîsan zêde bikin

05 June 2022 18:47 0 dîtin
Pûtîn gef xwar: Ger Amerîka mosekan bide Ukraynayê, em ê êrîsan zêde bikin

PeyamaKurd-Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, bi rêya gotarekê, gefeke giran li Ukraynayê xwar. Pûtîn got, “Ger ku Amerîka moşekên menzîldirêj bide Ukraynayê, cihên ku me lê nedabe jî em ê lê bidin.

Vladimîr Pûtîn, li ser mijara terxankirina moşekan a ji bo Ukraynayê, di televîzyona Rossiya-1ê de gotarek belav kir. Di gotarê de hat eşkerekirin ku ger ew moşek ji bo Ukraynayê werin terxankirin, hedefên ku wan heta niha lê nedabe jî ew ê lê bidin. Lê Pûtîn, di derbarê hedefên ku qal dike de agahî nedan.

Ukrayna, daxwaza pergalên roketavêj ên M270 û M142 HIMARS dike. Serokê Dewleta Amerîkayê Joe Biden jî dabû zanîn ku heger ji Kievê, li hedefên nav Rûsyayê neyên dayîn, ew ê pergalên roketavêj ên HIMARSê ji bo Ukraynayê bişînin.