Kremlîn: Pûtîn bersiva ku bide Amerîka û NATOyê pesend kir

14 February 2022 21:04 0 dîtin
Kremlîn: Pûtîn bersiva ku bide Amerîka û NATOyê pesend kir

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn pêşnûmeya bersiva li ser garantîyên ewlehiyê bide Amerîka û NATOyê pesend kiriye.

Herwiha Peskov diyar kir ku dîplomatên rûsî li ser wê pêşnûmeya bersivê dixebitin û wê rewşa dawî bidinê û piştre jî ji aliyê pêwendîdar re bişînin.

Medya Rûsyayê daye xuyakirin ku pêşnûmeya garantîyên ewlehiyê ya bersivdana Amerîka û NATOyê di hevdîtina îro Duşemê de, ji aliyê Wezîrê Derve Sergey Lavrov ve pêşkeşî Pûtîn hatiye kirin.

Lavrov: Şansê lihevkirinê bi Amerîka û NATO re heye

Balyozê Ûkrayna: Ji bo şêr çênebe em dikarin xwe ji endambûna NATOyê vekişînin...