Pûtîn û Kremlînê bersiva Biden a ‘Pûtîn qatil e’ dan!

18 March 2021 17:24 0 dîtin
Pûtîn û Kremlînê bersiva Biden a ‘Pûtîn qatil e’ dan!

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov, li ser gotinên Serokê Amerîka Joe Biden di hevpeyvîneke ligel medya Amerîkî de, bersiveke tund da.

Peskov li ser gotinên Biden ‘Pûtîn qatil e û mudaxeleyî hilbijartinên Amerîkayê kiriye’ da xuyakirin ku rewşeke wiha di pêwendiyên dualî de nehatiye dîtin û got, “ Ev şîrove têne wê wateyê ku Biden naxwaze têkiliyên bi Rûsyayê re ava bike.”

Berdevkê Kremlînê herwiha diyar kiriye ku ew dê nêzîkatiya xwe ya bo pêwendiyên ligel Amerîkayê di demeke nêzîk de analîz bikin.

Herwiha Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn jî bersiv daye Biden û li gorî medya rûsî Pûtîn gotiye, “Jê re tenduristiyê dixwazim. Dema kes û welatan bidarizîne bila pêşî li neynikê binêre.”