Kremlînê bersiva Biden a ‘Dîktator û Jenosîdê' da

13 April 2022 19:36 0 dîtin
Kremlînê bersiva Biden a ‘Dîktator û Jenosîdê' da

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dimitriy Peskov, di civîneke ligel rojnamevanan de bersiva tawanbariyên Serokê Amerîkayê Joe Biden ên bo Pûtîn û Rûsyayê da. Biden Pûtîn wekî dîktator pênase kiribû û gotibû, Rûsya li Ukraynayê komkujiyê dike.

Peskov bertek ji daxuyaniyên Biden re nîşan da û got, “Ev van hewldanên berevajîkirina rewşê qebûl nakin. Herwiha ev ji bo welatê Amerîka ku di dîroka nêzîk de ew kar kirine qet nayê qebûlkirin.”

Peskov li ser girtina serokê opozîsyona Ukrayna Viktor Medveçukê dostê Pûtîn û pevguhertina bi leşkerên Ukraynayê re jî got, Medvedçuk ne hemwelatiyê Rûsyayê ye û ti pêwendiyeke wî ya piştperdeyê bi Rûsyayê re nîne.

Herwiha Peskov bang li welatên Ewropayê jî kir û diyar kir, ew dê çarenivîsa Medvedçuk ji nêzîk ve bişopînin.