Pistî Koska Spî ji Kremlînê daxuyaniya axaftina Pûtîn û Biden...
PeyamaKurd – Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, doh 12ê Sibatê êvarê li ser mijara Ûkraynayê pêwendiyeke telefonî pêk anîn.
Piştî axaftina Biden û Pûtîn pêşî Koşka Spî daxuyanî belav kir û ragihand, heger Rûsyaya ku li ser sînorê Ukraynayê hêza xwe ya leşkerî zêde kiriye, di dagirkirina Ukraynayê de berdewam be Amerîka wê ligel hevpeymanên xwe bersiva pêwîst bide.
Biden herwiha hişyarî da ku destwerdana duyemîn li Ukraynayê wê bibe sedem ku Rûsya rûbirûyê ziyanên mezin bibe.
Biden diyar kiriye ku êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê dê bibe sedema êş û azarên însanî yên mezin û Rûsyayê bêrûmet bike.
Herwiha hat gotin ku Biden ji bo çareseriya pirsgirêkê dixwaze rêyên dîplomatîk werin bikaranîn û helwesteke zelal nîşan da ku ew û hevalbendên wan ji bo senaryoyên din re amade ne.
Li ser navê Koşka Kremlînê jî Cîgirê Serokê Rûsyayê Yuriy Ushakov ragihand ku axaftina Biden û Pûtîn zêdetirî saetekê berdewam kiriye û Amerîka daxuyaniyên absurd (çewt) û bi geşkirina aloziyê tawanbar kir.
Ushakov got: “Vladimîr Putîn dîroka têkiliyên Amerîka, NATO û Rûsyayê ku bûye sedema krîzê bi bîr xist. Serokê Rûsyayê destnîşan kir ku di dema Şerê Sar de Yekîtiya Sovyet û Amerîkayê helbet ji sedî sed hevrikê hev bûn. Lê em di salên 1990î de dost bûn. Amerîka û NATO li hemberî Rûsyayê sîyaseteke ne avaker dimeşand. Di wê demê de berfirehkirina qada çalakiya NATOyê dest pê kiribû, endamên nû hatin wergirtin û sînorê wê nêzîkî sînorên Rûsyayê bûne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin