Kremlînê pistî nîqasên peyva 'qatil' ji bo hevdîtina Pûtîn û Biden tarîx da
PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, piştî gotinên Serokê Amerîka Joe Biden ku bo Pûtîn peyva ‘qatil’ bikar anîbû û bersiva Rûsyayê ragihand ku ew amadekariyê ji bo hevdîtineke online a vîdyo konferansê ya navbera herdu serokan dikin.
Peskov daye xuyakirin ku gotinên Biden dibe ku dinyayê bikişîne nav şerekî sar û ew ji ya herî xirab re amade ne.
Herwiha Peskov ragihandiye ku berdewamkirin têkiliyên Rûsya-Amerîkayê li gorî berjewendiyên cîhanê ye û teklîfa Pûtîn a hevdîtina online ya bi vîdeo konferansê ligel Biden hê jî derbas dibe û ew li ser dixebitin.
Peskov wekî tarîxa hevdîtinê jî diyar kir ku dibe hevdîtin 22yê Adarê pêk were.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin