Pistî peyva 'Dîktator' a Draghi, wezîrê Luksembûrgê jî Erdogan wek ‘zordar’ bi nav kir!

11 April 2021 16:33 0 dîtin
Pistî peyva 'Dîktator' a Draghi, wezîrê Luksembûrgê jî Erdogan wek ‘zordar’ bi nav kir!

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Luksembûrgê da xuyakirin, heger Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan zordestiya xwe bidomîne divê Yekîtiya Ewropa, yekitiya gumrikê û sîstema dayîna vîzeyan ji Tirkiyê re nû neke.

Wezîrê Derve yê Luksembûrgê Jean Asselborn di hevpeyvîneke li gel AFPê de gotiye: “Trenda ku Tirkiyê diyar kiriye gelek metirsîdar e. Erdogan ber bi zordariyê ve diçe û ne amade ye ku têkiliyan bi YEê re baş bike.”

Asselborn got, “Divê derbarê gotinên têne bikaranîn de, baldar bin” û Erdogan li şûna ‘dîktator’ wekî “zordar” bi nav kir.

Hêjayî gotinê ye wezîrê Luksembûrgê ev daxuyanî, piştî gotinên serokwezîrên Îtalyayê Mario Draghi ku ji li ser bûyera protokolê ya Seroka Yekîtiya Komisyona Ewropayê Ursula Gertrud Von Der Leyen li ser piyan hatibû hiştin û ji bo Erdogan gotibû “dîktator” hatiye dayîn.