Pistî dîmenan navê qatilê malbata Kurd a Konyayê hat eskere kirin

01 August 2021 09:59 0 dîtin
Pistî dîmenan navê qatilê malbata Kurd a Konyayê hat eskere kirin

PeyamaKurd – Piştî Dîmenên dema qetilkirina 7 endamên malbata Kurd li Konyayê ku gelek caran rastî êrîşên nijadperestên tirk hatibûn, hat diyarkirin ku kesê bi demançeyê gule reşandine Mehmet Altun e.

Li gorî dîmenên serdozgeriyê ji kameraya mala malbata Kurd belav kirine, tenê kesek bi demançeyê guleyan bi ser hemû endamên malbatê de direşîne, lê dîmenên kesên din ên hevkariya wî û alîkariya wî di vê komkujiyê de kirine nehatine belavkirin.

Tevî ku dozgeriyê navê qatil eşkere nekiriye jî di medyayê de hatiye ragihandin ku ew kesê malbatê qetil dike, navê wî Mehmet Altun e.

Parêzer Mavîş Aydin jî diyar kiriye ku serdozgeriyê derbarê nasnameya qatil de ti agahî nedaye wan, lê ji wan re hatiye gotin ku hevjîn, bav û dîya wî hatine binçavkirin.

Serokê Baroya Konyayê Mustafa Aladag jî diyar kiriye ku hîn agahiyeke fermî derbarê nasnameya qatil de neketiye destê wan.

Li gorî daxuyaniyên serdozgeriyê heta niha 13 kes li ser bûyera qetilkirina malbata kurd hatine binçavkirin.