Cenazeyên nasnameyên wan nediyar, wê pistî 24 saetan bêyî malbatan bên definkirin
PeyamaKurd – Serokatiya Rewşên Lezgîn û Karesatan a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku wê cenazeyên cenazeyên qurbaniyên erdhejê yên heta 24 saetan nasnameyên wan neyên diyarkirin, wê bêyî malbatan bi axê bên spartin.
AFADê ragihandiye, ji bo cenaze zêde li erdê nemînin û bîn bi wan nekeve, wan biryar daye piştî 24 saetên rawestînê piştî wergirtina testa DNA, şopa tiliyan û wêne cenazeyan bêyî malbatên wan veşêrin.
AFADê daye xuyakirin ku fermana bo cenazeyên qurbaniyên erdhejê yên nasnameyên wan nehatine diyarkirin ji aliyê Wezareta Navxwe ve bo hemû parêzgariyên bajarên erdhejê bandor kiriye hatiye şandin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku dê mezelê wan qurbaniyan bi nivîsên fermî yên Serodozgeriyên Komarê û Rêveberiyên Parêzgeran bên diyarkirin û li gorî vecîbeyên olî cenaze bên veşartin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin