Sewata Liceyê pistî 18 saetan hate vemirandin
PeyamaKurd – Şewata navçeya Licê ya Diyarbekirê ku doh 17ê Tîrmehê dest pê kiribû û qadeke zêdetirî 20 hektaran dabû berxwe, piştî 18 saetan hate vemirandin.
Doh li çend taxên gundewarên Licê, ji ber sedemeke nehatiye zanîn agir bi erdên beyar û daristanan ketibû û tîmên agirvemirandinê yên şaredariyên Diyarbekir, Licê û saziya daristanan dest bi xebaên vemirandinê kiribûn.
Ji ber bayê zêde tîmên agirvemirandinê ji doh ve bi zehmetî dixebîtin ku hate ragihandin îro piştî nîvro agirê ku li 20 hektaran belav bûbû hatiye vemirandin.
Hate ragihandin ku xebata vemirandina agir pêşî welatiyan daye destpêkirin û piştre jî bi hevkariya tîmên hatine agir hatiye vemirandin û ji bilî ziyanên madî ti ziyaneke canî çênebûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin