Civîna Parlamentoya Kurdistanê ya bê pistî sonda yasayî hate pasxistin

02 December 2024 18:35 0 dîtin
Civîna Parlamentoya Kurdistanê ya bê pistî sonda yasayî hate pasxistin

PeyamaKurd – Îro Duşemê 2yê Mijdarê piştî hilbijartinên  20ê Cotmehê yên Parlamentoya Kurdistanê, yekem rûniştina xula 6em a Parlamentoya Kurdistanê bi beşdariya 97 endamên parlamentoyê hate lidarxistin.

Rûniştina yekem a parlamentoyê piştî xwendina hin ayetên Qûr’anê bi sirûda netewî Ey Reqîb û rawestana yek xulekê bo şehîdan dest pê kir.

Li gorî rêziknamayan û bernameya endamên nû yên parlamentoyê sonda yasayî dest bi xebatên xwe kirin.

Serokatiya rûniştina yekem wekî parlamentarê herî temenmezin ji aliyê endamê Fraksiyona Nifşê Nû Mihemed Silêman ve hate kirin.

97 endamên Parlamena Kurdistanê tevlî rûniştina yekê bûn û hemiyan sonda qanûnî xwar.

Piştî encamdana sondxwarinê civîna bê ya parlamentoyê, ji ber amadenebûna rêjeya qanûnî ji bo demeke nediyar hate paşxistin.