Çarçoveya Hevahengiyê dixwaze civîna Parlamentoya Iraqê li Herêma Kurdistanê bê kirin

20 August 2022 13:01 0 dîtin
Çarçoveya Hevahengiyê dixwaze civîna Parlamentoya Iraqê li Herêma Kurdistanê bê kirin

PeyamaKurd – Çarçoveya Hevahengiyê ji bo civîna rûniştina Parlamentoya Iraqê li Herêma Kurdistanê were kirin, di nava hewildanê de ye û bi sedema wê, bi îmzeya 140 parlameteran daxwazek pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Iraqê kirin.

Endamê Çaroveya Hevahengiyê Arif Hemamî bi daxuyaniyekê destnîşan kir, ligel berdewambûna xwepêşandanan li ber avahiya Parlamentoya Iraqê ya li Bexdayê, hevpeymaniya wan hewl dide aliyê Kurdî razî bike ku civîna Parlamentoyê li Silêmaniyê an li Hewlêrê birêve biçe.

Arif Hemamî eşkere kir, daxwazek bi îmzeya 140 parlamenteran pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Iraqê hatiye kirin ji bo encamdana rûniştina parlamentoyê li parêzgeheke din a Iraqê ku ewlehî tê de berqerar be.