TIRên alîkariyê yên NY pistî 80 saetan gihîstin Sûriyê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku yekemîn karwana alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji 6 barhilgiran pêk tê piştî 80 saet bi ser erdhejê ve çûn, îro 9ê Sibatê derbasî Sûriyê bûn.
Karwana yekem a NY ku ji 6 TIRan pêk dihat, îro Pêncşemê ji ser deriyê sînorî Cilevegozu û deriyê Babulhawa yê Idlibê derbasî nav erda Sûriyê bû.
Di encama erdhejên navend Mereş ên Bakurê Kurdistanê de ku bi tundiya 7,7 û 7,6 rû dan, wêraniyeke mezin li Sûriye û herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê çêbûye û alîkariyên hawarçûnê yên dewletan heta îro jî negihîştibûn herêmê.
Piştî gelek bangewazîyên navdewletî yekem karwan gihîşt Sûriyê. Li gorî amarên dawî yên hatine belavkirin, heta niha li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 3 hezar û 162 kesan can daye û tê texmînkirin ku hejmar zêdetir bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin