Êrîsa mosekî ya Rûsyayê li ser Ukraynayê!

08 August 2023 11:37 0 dîtin
Êrîsa mosekî ya Rûsyayê li ser Ukraynayê!

PeyamaKurd – Karbidestên Ukraynayê ragihandin, herî kêm 5 kes di êrîşa moşekî ya Rûsyayê de li ser bajarokê Pokrovsk li rojhilatê welêt hatine kuştin.

Wezîrê Karên Hundir Îhor Klîmenko diyar kir, 4 ji kuştiyan sivîl û yek jî karmendê dewletê ye. Di êrîşê de 31 kes birîndar bûn.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy kesên ku di êrîşê de mirine wek "mexdûr" bi nav kir, lê ti hejmar neda.

Piştî êrîşê xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin.

Pokrovsk 70 kîlometre dûrî bajarê Donetskê ye ku ji aliyê leşkerên Rûsyayê ve hatiye girtin. Beriya şer nifûsa bajêr nêzîkî 60.000 bû.

Klymenko destnîşan kir, di êrîşa yekem de 4 sivîl, di êrîşa duyemîn de jî karmendekî servîsa lezgîn jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku di nav birîndaran de 19 polîs, 5 rizgarker û zarokek jî hene.

Zelenskiy vîdyoyek avahiyek pênc qatî bi qata jorîn hilweşiyayî parve kir û da zanîn, êrîşên Rûsyayê li "xaniyên asayî" dikevin.

Herwiha di dîmen de hat dîtin ku mayîn hatin paqijkirin û tîmên lêgerîn û rizgarkirinê gel birin ambûlansan.

Waliyê Donetskê Pavlo Krilenko got, di êrîşan de 2 xanî û otelek, xwaringeh, dikan û avahiyên îdarî zirar dîtine.

Krîlenko hişyarî da gel ku li dijî êrîşên muhtemel ên nû biçin stargehan.