Rûsya: Di êrîsa hewayî ya Ukraynayê de 3 kes mirin
PeyamaKurd – Parêzgarê Herêma Kurskê yê Rûsyayê Roman Starovoyt ragihand ku di êrîşa artêşa Ukraynayê ya bi balafira bêmirov a li herêmê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Parêzgarê Herêma Kurskê yê Rûsyayê Roman Starovoyt li ser kanala Telegramê daxuyaniyek da û diyar kir ku artêşa Ukraynayê bi balafireke bêmirov êrîşek li ser gundê Apanasovka yê herêma Kurskê pêk aniye.
Starovoyt got, "Li gundê Apanasovkayê ji wesayîteke bêmirov a Ukraynayê bombeya teqemeniyê avêtin maşîneya sivîlan. Mixabin 3 kesên di wesayîtê de 2 jê zarok jiyana xwe ji dest dan. Ez ji xizmên miriyan re sersaxiyê dixwazim. "
Hat ragihandin ku di êrîşa artêşa Ukraynayê ya di 9ê Nîsanê de li herêma Bryanskê ya bi sîstemên topan pêk hat de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin