Di êrîsa artêsa Myanmarê ya hewayî de 8 kes mirin û 8 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Artêşa Myanmarê li eyaleta Şanê li herêma Lashioyê li belda an ku bajarokê Hsenwiyê, di êrîşa hewayî de 8 kesan kuşt û 8 kesan birîndar kir. Di êrîşê de bazarê kirin hedef ji ber ku ji sala borî de belde di destê Artêşa Îttîfaqê ya Demokratîk ya Neteweyî de ye, li beldê an ku bajarok şer dewam dike.
Ragihandina nûçeyê ji aliyê rojnama The Irrawaddy de hat kirin. Ji ber ji 3yê Tîrmehê heya 19ê Tîrmehê di navbera artêşê û grûba çekdar de şer hebû, 38 sîvîl jiyana ji dest dabûn.
Ji Sibat a 2021an heya niha rêvebiriya welatê Mynamarê di destê esker de ye û dest ji desthilatê bernade.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin