Di êrîsa artêsa Myanmarê de herî kêm 100 kes mirin
PeyamaKurd – Li gor ragihandina ajansa Associated Pressê ku binkeya nûçeya xwe biriye ser bineciyên gund; artêşa Myanmarê li herêma Sagaingê li bjarokê Pa Zi Gyi di merasimeka ku muxalifên Myanmarê jî tê de bûne û li dora 150 kes li wê derê civiyane, artêşa Myanmarê bi balafiran êrîş biriye ser merasimê û herî kêm di êrîşê de 100 kes mirine.
Di nav 100 kuştiyan de 15 jin û 20 zarok jî hene. Li gor ajansê; şahidekî ku nexwestiye navê bê gotin, gotiye ku êrîş di 07.00an de bi êrîşa balafirên şer destpêkiriye û piştî wê bi helîkopteran wan gulebaran kirine. Êrîş 20 deqe dewam kiriye û ji ber bedenên kuştiyan yek parçe nemane, zahmete ku jimara miriyan tesbît bikin. Lê dibe ku jimar ji 100an zêdetir be jî.
Hat ragihandin ku êrîş ketiya roja merasima vekirina baregeha Hêzên Parastina Gel (PDF) ya bajarokê Pa Zi Gyi ê.
Muxalefeta Myanmarê di mijarê de daxwuyaniyekî weha da:
“Ev tevgera berbat ya artêşê ya ser kesên bêguneh ên sîvîl, bê pergal hêza xwe bikaraniye û ev êrîş sûcê şer e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin