Di êrîsa hewayî de, hevjîna peyamnêrê Al Jazeera û zarokên wî mirin

25 October 2023 23:36 0 dîtin
Di êrîsa hewayî de, hevjîna peyamnêrê Al Jazeera û zarokên wî mirin

PeyamaKurd – Di êrîşa Îsraîlê ya ser Şerîda Xezzayê de, hevjîn û zarokên peymanêrê Al Jazeera yê bi navê Wael Dahdouh jiyana xwe ji dest dan. Dahdouh ragihand ku jin û zarokên wî di malekî li başûr de bûne û di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane. Peyamnêr piştî Îsraîlê xwestiye kampapenaberan vala bikin, malbata xwe biriye xaniyekî li başûr lê dîsa jî ji mirinê rizgar nebûn.

Dema Îsraîlê li kampa penaberan li Nuseyratê ya Şerîda Xezzayê xistiye, zarok û hevjîna peyamnêrê Al Jazeerayê hatine kuştin.

Dahdouh,cenazen jin û zarokên xwe li ber çavên xwe dît û got ku Îsraîl tola xwe ji zarokan hiltîne.