YE: Êrîsa Rusyayê ya li dijî sivîlan, êrîsa terorê ye
PeyamaKurd- Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen, li ser êrîşa hêzên Rus a li dijî binesaziya sivîlan a Ukraynayê axivî. Leyen van êrîşan wekî ‘teror’ê pêase kir.
Von der Leyen, li Civata Giştî ya Parlamentoya Ewropayê axivî û di derbarê Lûtkeya Rêberan a Yekîtiya Ewropayê (YE) ya ku dê di navbera 21 û 22yê Cotmehê li bajarê Fransayê yê Strazburgê were kirin de agahî dan.
Seroka Komîsyonê di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên Rusyayê yên demên dawî ku li Ukraynayê li dijî sivîlan pêk tên. Leyen diyar kir ku Rusya di serî de xetên elektrîkê, binesaziya sivîlan dike hedefa xwe.
Seroka Komîsyonê li ser rewşê da zanîn ku ev rûpeleke nû ye û got,
“Pergala navdewletî vekirî ye. Ev, tawanên şer in. Bi hedefgirtina av, elektrîk û derfetên germkirinê yên zivistanê, êrîş li binesaziya sivîlan tê kirin. Êrîşên li binesaziya sivîlan, bi her aliyê xwe çalakiyên terorî ne. Divê ev wisa were pênasekirin.”
Duh jî Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku hêzên Rus, di êrîşên ku ji 10ê Cotmehê ve li dijî santralên elekrîkê dikin de ji %30ê santralan tune kirine û ji ber vê yekê jî li piraniya welêt elektrîk qut bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin