ISÎDê, êrîsa li dijî Balyozxaneya Rusyayê, girt ser xwe
PeyamaKurd- Rêxistina terorî ya IŞÎDê, êrîşa ku duh li Efxanîstanê li dijî Balyozxaneya Rusyayê hatibû kirin, girt ser xwe.
Teqîna ku duh li herêma 7an a paytexta Efxanîstanê Kabîlê li dijî Balyozxaneya Rusyayê çêbûbû û di encamê de 2 jê Rus, 6 kesan canên xwe ji dest dabû, berpirsiyariya wê ji aliyê rêxistina terorî ya IŞÎDê ve hat girtin ku ev yek ji aliyê hêzên wan ve hatiye kirin.
Li ser bûyerê, ji aliyê Berdevkê Polîsan Xalit Zadran ve hûrgilî hatibûn ragihandin ku di êrîşê de xebatkarên Rus bûne hedef û kesên din jî xwendekar bûne ku canên xwe ji dest dane.
Wezîrê Karên Derve yê Rêveberiya Talîbanê Emîrxan Muttakî jî di derbarê bûyerê de ligel Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov re axivîbû û dabû zanîn ku divê ev bûyer di navbera têkiliyên herdu welatan de nebe sedema aloziyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin