Li Tehranê ji bo kesên di êrîsa li dijî Balyozxaneya Îranê de can dabûn merasîmek hat lidarxistin
PeyamaKurd – Di çarçoveya çalakiyên "Roja Cîhanî ya Qudsê" de li Tehrana paytexta Îranê, ji bo leşkerên Artêşa Pasdarên Şoreşê yên ku di êrîşa li dijî Balyozxaneya Îranê ya li Şamê de jiyana xwe ji dest dabûn, merasîmeke cenaze hat lidarxistin.
Li gor televizyona dewletê ya Îranê gelek Îranî beşdarî merasima ku li Meydana Fîrdewsî ya Tehranê hat lidarxistin bûn. Di merasîmê de dirûşmên li dijî DYA û Îsraîlê hatin qîrîn. Hat diyarkirin ku piştî merasîmê wê cenaze bişînin bajarên ku wê bên definkirin. Îniya dawî ya meha Remezanê li Îranê wek “Roja Qudsê ya Cîhanê” tê pîrozkirin.
Îsraîl di 1ê Nîsanê de li kampusa balyozxaneya Îranê ya li Şamê êrîşeke hewayî li ser avahiya Balyozxaneya Îranê pêk anî. Di êrîşê de 2 jê general 7 kesên ji Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê mirin. Herwiha hat ragihandin ku di êrîşê de 6 welatiyên Sûriyeyê jî jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin