Aliyev: Ev êrîsa li dijî balyozxaneya me, nayê qebûlkirin!
PeyamaKurd- Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, li ser êrîşa ku vê sibehê li Tehranê, li dijî Balyozxaneya Giştî ya Azarbaycanê hatibû kirin, daxuyaniya yekemîn da. Aliyev got,"Êrîşên terorîstî yên li dijî nûnertiyên dîplomatîk, nayên qebûlkirin."
Îlham Aliyev, êrîşa çekdarî ya li dijî Balyozxaneya Giştî ya Tehranê ya Azerbaycanê şermezar kir. Aliyev li ser hesabê xwe yê medyaya civakî di derbarê êrîşê de ev peyam da:
"Ez êrîşa terorîstî ya îro li dijî Balyozxaneya me ya Tehranê hat kirin, bi tundî şermezar dikim. Ez sersaxiyê li malbata Serleşker Orhan Asgerov dikim ku di dema parastina xebatkarên balyozxaneyê de şehîd bûye. Em daxwaz dikin ku ev kiryara terorî demildest were lêpirsîn û terorîst bên sizadan. Êrîşên li dijî nûnertiyên dîplomatîk, nayên qebûlkirin.”
Balyozxaneya Giştî ya Azerbaycanê ya li paytexta Îranê ya Tehranê, vê sibehê saet di derdora 08:30an de rastî êrîşeke çekdarî hatibû û di encamê de 3 kesan can dabû û 2 kes jî birîndar bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin