Encûmena Asayîsa Navdewletî li ser êrîsa Rûsya ya li dijî Ukraynayê dicive
PeyamaKurd – Biryar e îro Encûmena Asayîşa Navdewletî bicive û li ser projebiryarekê di derbarê êrîşa Rûsya ya li dijî Ukraynayê de bide.
Li gor zanyariyan, Encûmena Asayîşê îro dicive û di civînê de, ew ê deng li ser projebiryarekê bide ku her yek ji Amerîka û Albanya pêşkêş kirine û tê de êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê tê şermezarkirin û daxwaz ji Moskowê tê kirin ku hêzên xwe ji wî welatî vekişîne.
Ev projebiryar di bin benda 7 a Peymana Neteweyên Yekbûyî de ye ku rê dide bikarnîna hêzê ji bo cîbicîkirina biryarê, lê tê çaverêkirin ku biryar ji aliyê Rûsyayê ve bi mafê vetoyê bê redkirin.
Di derbarê vetoya Rûsya ya tê pêşînikirin de, berpirsekî pilebilind ê Amerîkayê diyar kiriye, bikaranîna mafê vetoyê li dijî wê projebiryarê, wê Rûsya bêtir ji qada navdewletî dûr bixe.
Ev projebiryar, êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê bi tundî şermezar dike ku benda 4 a madeya 2 a Peymana Neteweyên Yekbûyî binpê dike. Li gor wê bendê, divê hemû endamên Netewên Yekbûyî di pêwendiyên xwe yê navdewletî de gef û hêzê li dijî selametiya herêmî û serxwebûna siyasî ya her welatekî bikar nehînin.
Herwiha li gorî projebiryarê, pêwîst e Rûsya yekser bikaranîna hêzê li dijî Ukrayna rawestîne û hêzên xwe yên leşkerî bi awayekî yekser û bi tevahî û bê merc ji axa Ukraynayê vekişîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin