Serokatiya Encûmena Asayisa Navdewletî derbasî Rûsyayê bû!

01 April 2023 16:59 0 dîtin
Serokatiya Encûmena Asayisa Navdewletî derbasî Rûsyayê bû!

PeyamaKurd – Tevî hemû bertekan jî Serokatiya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) derbasî Rûsyayê bû.

Piştî nerazîbûnên Ukraynayê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) got, ew ê pêşiya serokatiya Rûsyayê ku endama daîmî ya Konseya NYê ye asteng neke.

Ji roja Şemiyê ve, serokatiya konseya 15 endamî ji bo mehekê derbasî Rûsyayê bû. Tevî şer jî bi sîstema dewriyeyê dest ji guhertina mehê ya serokatiyê berneda.

Li gorî pênaseya Serokatiya KENYê erka Rûsyayê ya ku niha Ukraynayê dagir kiriye, wê "parastina ewlekarî û aştiya navneteweyî" be.

Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê yê li Neteweyên Yekbûyî Vasily Nebenzia diyar kir, di serokatiya KENYê de wê nîqaşên wekî kontrolkirina çekan bên gotûbêjkirin.

Ji bilî vê Nebenzia diyar kir, "pergala cîhana nû ya ku wê şûna cîhana yekpolar bigire wê were nîqaşkirin".

Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmitro Kuleba bal kişand ser dîroka ku Rûsyayê Serokatiya Konseya KENYê girt ser xwe û diyar kir, ev rewş wekî "pêkenoka herî xirab a 1ê Nîsanê ya dîrokê ye".

Ji aliyê din ve Kuleba eşkere kir, bûyer nîşan didin ku sîstema ewlekariya navneteweyî çiqasî xelet e.