Encûmena Asayisa Navdewletî îro li ser dirêjkirina gihandina alîkariyan ji bo Sûriyê dicive
PeyamaKurd – Encûmena Asayişa Navdewletî wê di civîna xwe ya îro de, deng li ser projebiryara dirêjkirina mekanîzma derbaskirina alîkariyên mirovî di sînorî Sûriyê re bide.
Li gor zanyariyan, biryara 2585 a Encûmena Asayişa Navdewletî ya derbaskirina alîkariyên mirovî bi rêya deriyê sînorî yê bi Tirkiyê re (Bab El-Hawa) re ji bo bakurê rojavayê Sûriyê di 10ê Tîrmeha 2022an de bi dawî dibe.
Herwiha di çarçoveya wê projeybiryara ku ji aliyê Norwêc û Îrlanda – endamên ne-daîmî yên Encumena Asayişê – ve hatiye amadekirin, bikaranîna deriyê Bab El-Hawa li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî wê heta 10 Tîrmeha 2023an bê dirêjkirin ku mehane wê bi sedan kamyon tê re derbas bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin