Rûsyayê bi fermî ji Encûmena Asayisa Navdewletî daxwaza civînekê li ser Hesekê kir

27 January 2022 10:37 0 dîtin
Rûsyayê bi fermî ji Encûmena Asayisa Navdewletî daxwaza civînekê li ser Hesekê kir

PeyamaKurd Rûsyayê bi fermî ji Encûmena Asayişa Navdewletî daxwaz kir, da ku derbarê Hesekê de bicive.

Li gor zanyariyan: “Rûsyayê bi fermî daxwaz kir ku Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê Hesekê, gefa çekdarên biyanî û zindanên DAIŞiyan de civîneke taybet pêk bîne.”

Rewşa bajarê Hesekê ev çend roj in aloz e û Rûsyayê daxwaz kir ku Encûmena Asayişa Navdewletî li ser wê rewşa aloz a Hesekê civîneke taybet saz bike.

Herwiha zanyarî destnîşan dikin, Rûsyayê daxwaz kir ku di civînê de gefa çekdarên biyanî û hebûna zindanên DAIŞiyan bê gotûbêjkirin.

HSDê dyar kir, zindana Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê bi temamî hat kontrolkirin ku ew zindan ketibû ber êrişeke befireh a çekdarên DAIŞê û ev çend roj e şer û pevçûnên dijwar berdewam bûn.

Navenda Ragihandina HSDê di daxuyaniya xwe de tekez dike ku “hemû çekdarên DAIŞê xwe radest kirin” û zindan bi temamî hat kontrolkirin.