Encûmena Asayisa Navdewletî li ser rewsa Sûriyê û Rojava dicive
PeyamaKurd – Encûmena Asayişa Navdewletî ya ser bi Netewên Yekbûyî, li ser rewşa Sûriyê û Rojava dicive. Ev jî di demekê de ye ku li Rojavayê Kurdistanê û li bajarê Hesekê şerekî dijwar di navbera HSDê û çekdarên DAIŞê de berdewam e û rewş li wê derê hîn ne zelal e.
Li Hesekê şeş roj in şer berdewam e û hejmarek ji çekdarên DAIŞê li beşê dawî yê Girtîgeha Sinaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê şer dikin û ne amade ne ku xwe radest bikin.
Herwiha Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û endamên Asayişa Rojavayê Kurdistanê ji hemû aliyan ve Zindana Sinaa û çekdarên DAIŞê yên yaxîbûyî dorpêç kirine.
Li gor Rêveberê Ragihandina YPGê Siyamend Elî diyar dike: “Hêzên me li taxa Zihûr bi temamî di şer û pevçûnê de ne, çimku piraniya DAIŞiyan xwe li vê derê veşartine. Li kuncekî girtîgehê hejmarek DAIŞî xwe veşartine, li wê derê jî şer heye û baş hatine dorpêçkirin. Em jî hêdî hêdî ber bi pêş ve diçin.”
Ji roja Pêncşemê 20ê Çile ve ku yaxîbûna çekdarên girtî yên DAIŞê yên di Zindana Sinaa ya Hesekê de destpê kir, bi kêmanî 3 hezar û 500 kesên sivîl derbider bûne, ewên li nav malên xwe jî mane, di tirseke mezin de dijîn, dengê teqe û firokeyên şer berdewam tê guhê wan.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, daxwazê ji hemû wan aliyan dike ku beşdarî şer in, eger li kûderê be, pabendî yasayên navdewletî yên taybet bi şer bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin