Encumena Asayisa Navdewletî ji bo êrîsên li ser Iraq û Sûriyê dicive

06 February 2024 10:54 0 dîtin
Encumena Asayisa Navdewletî ji bo êrîsên li ser Iraq û Sûriyê dicive

PeyamaKurd – Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ji bo êrîşên Amerîka yên li ser Iraq û Sûrîyê dicive.

Li ser daxwaza Rûsyayê, Encûmena Asayişa Navdewletî wê îro 6ê Sibata 2024ê di saet 00:00an de bi dema Hewlêrê bicive û derbarê êrîşên Amerîkayê yên li ser Iraq û Sûriyê gotûbêj bike.

Rûsyayê êrîşên Amerîkayê yên li ser Iraq û Sûriyeyê wek binpêkirina serweriyê bi nav kir û diyar kir ku ev êrîş wê rageşiya li Rojhilata Navîn zêde bike.