Hevpeymaniya Navdewletî li ser êrîsên Iraqê daxuyanî da…
PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, li ser du êrîşên şeva borî yên bi ser binkeyên Amerîkayê de li Iraqê, daxuyanî da.
Hevpeymaniyê du êrîşên ser bingehên leşkerî yên Amerîkayê piştrast kir, lê êrîşa ser Navenda Operasyonan a Mûsilê red kir.
Berdevkê Hevpeymaniyê Myles Caggins got, “Hevpeymanî du êrîşên ser baregehên hêzên hevpeymaniyê li Iraqê, teyît dike. Êvarî li demjimêr 7:46an êrîşeke ne rasterast bi ser Herêma Navnetewî de hat kirin. Roket li derveyê bingehên hêzên hevpeymaniyê ketin û muhtemel e ziyan gihandin sivîlên Iraqê. Li demjimêr 7:50 jî roket li nêzîkî Baregeha Asmanî ya Beledê ketin. Di êrîşên 4ê Çileyê de ti ziyanek negihîşt leşkerên hevpeymaniyê. Hêzên ewlekariya Iraqê niha wan bûyeran lêkolîn dikin.”
Caggins, da zanîn ku di nav du mehên dawiyê de 13 êrîş hatine kirin û wan li baregehên xwe yên Iraqê tevdîrên xwe zêde kirine.
Li ser êrîşa Navenda Operasyonan a Mûsilê (Nînowa) jî Giggins got ku dûrî rastiyê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin