Encûmena Asayisa Navdewletî ji bo pirsa koçberan li ser sînorê Polanda û Belarusê dicive

11 November 2021 12:06 0 dîtin
Encûmena Asayisa Navdewletî ji bo pirsa koçberan li ser sînorê Polanda û Belarusê dicive

PeyamaKurd – Biryar e li ser daxwaza Fransa, Estonia û Irelandayê, Encûmena Asayişa Navdewletî di derbarê pirsa koçberan li ser sînorê Polanda û Belarusê de dicive.

Li gor ajansa “Reuters”, civîna Encûmena Asayişa Navdewetî, wê girtî be, ji ber ku tê xwestin ku ev pirsa siyasî bêdeng were çareserkirin, piştî ku Polanda Belarus bi “terorê” tohmetbar kir.

Herwiha hatiye diyar kirin, Neteweyên Yekgirtî daxwaz kiriye ev qeyran bilez were çareserkirin, ji ber ku êş û azara koçberan li ser sînoran berdewam e, li gel wê jî pirsa koçberan bûye sedema derketina nakokiyên di navbera welatên Ewropayê de.

Serokwezîrê Polandayê Mateusz Morawiecki, do Belarus bi pêkanîna "terora dewletê" di krîza koçberan de tohmatbar kir û da zanîn, ew "tolhildanek bêdeng" ji aliyê serokê Belarusî Alexander Lukashenko ve ye, ji ber Polanda piştevaniya opozîsyona Belarusê dike.

Li gorî agahiyan, rewşa li ser sînorê Belarus û Polandayê her ku diçe xerabtir dibe ku zêdetirî 1500 koçber hîn li ser sînorê Polanda û Belarus asê mane û ji aliyê hêzên ewlekariya Belarusî ve rastî kiryarên tirsandinê tên.