Li dijî baregeha Tacî û balyozxaneya Amerîka êrîsa mosekî

18 March 2020 18:17 0 dîtin
Li dijî baregeha Tacî û balyozxaneya Amerîka êrîsa mosekî

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Herêma Kesk a Bexdayê û Baregeha Tacî bi moşekan êrîş hatiye kirin.

Hat diyarkirin ku şevê din sê moşek li Baregeha Tacî ya li bakurê Bexdayê ketin û 4 moşek jî li nêzî Balyozxaneya Amerîka ya li herêma Kesk ketin.

Berdevkê Hevpeymaniya Dijî DAIŞê Myles Caggins, raghand ku ew ê baregeha Qaim radestî hêzên Hikumeta Iraqê bikin.

Caggîns valakirina baregehê ji ber êrîşan red kir û da zanîn ku ew ê 300 leşkerên xwe yên li Baregeha Qaim veguhezin.

Beriya niha jî di encama êrîşa moşekî ya 14ê Adarê de, leşkerên Amerîkî û Brîtanî hatibûn kuştin û birîndar kirin.