Balyozxaneya Amerîka li dijî êrîsên ser Rojavayê Kurdistanê bi Kurdî daxuyanî da

15 May 2022 16:52 0 dîtin
Balyozxaneya Amerîka li dijî êrîsên ser Rojavayê Kurdistanê bi Kurdî daxuyanî da

PeyamaKurd – Balyozxaneya Amerîka ya Şamê li dijî êrîşên ji aliyê rejîma Sûriyê û Tirkiyê yên ser herêmên Rojavayê Kurdistanê li ser sînoran pêk tên, daxuyanî da û nerazîbûna xwe nîşan da.

Di daxuyaniya Balyozxaneya Amerîka ya Sûriyê de, li ser medya civakî bi Kurdî jî parvekirin hat kirin.

Balyozxaneya Amerîkayê nîgeraniya xwe ya bo êrîşan anî ziman û wiha got: “Em ji ber êrîşê dawiyê ji aliyê Sûriya û Tirkiyeyê ve li ser sînor û raporên ku tên behsa gulebarandina herêmên sivîlan bi awayekî tewş dikin, nîgeran in.”

Balyozxaneyê herwiha bang li hemû aliyan kir ku şer rawestînin û piştgiriyê bidin aramiya herêmê.